KCK'ê ji bo taxên Kurdan û pêvajiyê daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û polîtîkayên dewleta Tirk di vê pêvajoyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî geşedanên dawî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de KCK`ê polîtîkayên Tirkiyê yên piştî êrîşa li ser Helebê bi tundî rexne kir.

KCK`ê diyar kir ku êrîşa li ser Helebê armanca wê ew bû ku agirbest were şikandin, hewl tê dayîn ku pêvajo were sabotekirin û hişyarî da ku êrîş bi tenê li ser Helebê sînordar nabin.

KCK: Ev hewildanên sabotekirina pêvajoyê ne

Her wiha KCK di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser nirxandinên çapemeniya Tirk û wiha got:

"Çapemeniya Tirk û berdevkê hikûmetê Omer Çelîk bi eşkereyî ragihandine ku ev êrîş dê bi tenê li taxên Kurdan ên li Helebê sînordar nebin. Bikaranîna hevokan ji hêla Omer Çelîk ve ye.

"Tirkiyeya bê teror û herêma bê teror" nîşan dide ku ev êrîş dê li Bakur-rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêma ku Kurd lê dijîn belav bibin.

Di dawiyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got: "Em bang li hikûmet û berpirsên dewletê yên AKP û MHP dikin ku gavên pêwîst ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bavêjin.

Divê gelê me û hêzên demokratîk jî têkoşîna xwe li ser bingehek demokratîk xurt bikin da ku polîtîkayên dewleta Tirk ên ku pêvajoyê sabote dikin, rawestînin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye