Hat diyarkirin ku duh êvarî li Tehranê pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê kir.
Her wiha li gorî hin çavkaniyan, li bajarê Meşkan a ku li parêzgeha Fars dikeve, xwepêşandêran wesayîtek Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Îranê, şewitandin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hemwelatiyên dualî yên Amerîkî û Îranî xwest ku ji Îranê derkevin û got, “Bila welatiyên me yên ku li Îranê dimînin, bi rêya Ermenistan û Tirkiyê ji welêt derkevin an jî heke pêwîst be ber bi Azerbaycanê ve biçin.”
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya li Norwêcê duh got ku di encama 2 hefteyan ji xwepêşandanan 648 kes hatine kuştin.
Rêxistinê destnîşan kir ku Hikûmeta Îranê ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 10 hezar kes girtine.