Parlamentoya Îraqê duh rûniştina xwe ya dehemîn li dar xist

Parlamentoya Îraqê, duh rûniştina xwe ya dehemîn di serdema şeşemîn de li dar xist û rêziknameya navxwe sererast kir û 22 komîteyên daîmî pesend kir. Her wiha dengdan li ser peywira Sererkan û Emîndarê Bexdayê hatin çêkirin û mijara Sererkan bû sedema nerazîbûna fraksiyonên Kurdî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentoya Îraqê, duh, bi serokatiya Heybet Helbûsî, rûniştina xwe ya dehemîn a di serdema şeşemîn a hilbijartinê û sala yekem a yasadanînê de pêk anî.

 

Di destpêka rûniştinê de parlamentoyê li ser sererastkirina peyrewa navxwe ya taybet bi komîteyên daîmî deng da.

 

Li gorî sererastkirina nû, hejmara komîteyan ji 25'an daket 22'an

 

Li gorî sererastkirina nû, hejmara komîteyan ji 25'an daket 22'an û komîteyeke nû ya bi navê “Komîteya Deriyên Sînorî û Parastina Berhemên Niştimanî” hat zêdekirin.

 

Di rûniştinê de dema ku li ser mijarên asayî dan û standin dihatin kirin, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî gaveke "çavrênekirî" avêt û vê gavê salon kir qada pevçûnê.

 

Alozî piştî wê yekê derket ku Helbûsî xwest ji bo tayînkirina Serokatiya Erkanê Giştî û Şaredariya Bexdayê dengdan were kirin.

 

Beriya rûniştinê li hev kiribûn ku ti xalên din li rûniştina parlamentoyê zêde nekin. lê di dema civînê de bi îmzeya 72 parlamenteran ev her du mijar li rojevê hatin zêdekirin.

 

Helbûsî bilez dengdan da destpêkirin û got "hatiye qebûlkirin."

 

 

Ebdulemîr Yarellah di peywira Sererkanê Îraqê de û Emmar Mûsa Kazim ji bo peywira Emîndarê Bexdayê hatin hilbijartin.

 

 

Ev bû sedema ku Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî û parlamenterên PDK'ê nerazîbûn nîşan bidin û rûniştinê derketin.

 

Ferhad Etrûşî :Hevsengiya siyasî li ku ye?

 

Etrûşî jî diyar kir ku ev tayînkirin ne li ser bingeha lihevkirineke siyasî ye û pirsî, "Birêz Serok, li ser vê mijarê lihevkirin çênebûye. Hevsengiya siyasî li ku ye?"

 

Helbûsî di bersiva xwe de got, "Ez pêbendî peyrewa navxwe me, ev xal li rojevê hatiye zêdekirin."

 

Dema ku Etrûşî bi qêrîn got "Em vê qebûl nakin", Helbûsî bersiv da û got, "Tiştê ji destê te tê bike."

 

Li ser vê yekê Etrûşî bangî parlamenterên din kir û nerazîbûna xwe wiha domand:

 

"Wellehî em vê qebûl nakin! Ev der ne parlamento ye û ev tiştê tu dikî jî ne dengdan e.

 

Em ti tiştî qebûl nakin!"

 

Mijara Serokatiya Erkana Giştî ya Îraqê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke stratejîk e

 

Mijara Serokatiya Erkanê Giştî ya Îraqê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke stratejîk û sembolîk e.

 

Di artêşa nû ya Îraqê de ku piştî sala 2003'yan hat avakirin, ev peywir di kotaya Kurdan de bû.

 

Kurdan heta sala 2015'an ev post bi rê ve dibir. Lê ji wê demê ve ev peywir di destê pêkhateya Şîeyan de ye.

 

Fraksiyonên Kurdî bawer dikin ku ev dengdan hewldanek e ku para Kurdan a di nav dewletê de bi temamî were dizîn.

 

Rûniştina parlamentoyê piştî protestoya parlamenterên Kurd û derketina wan a ji salonê bi krîzeke mezin bi dawî bû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye