Li Başûrê Kurdistanê 10 endamên DAIŞ'ê hatin girtin

Dezgeha Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku di encama operasyona li herêmên Helebce, Seyîd Sadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyalayê de, 10 endamên DAIŞê hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dezgeha Asayîşê, bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê re operesyon dabû destpêkirin.

 

Dezgehê, eşkere kir ku endamên koma bi navê ‘Ketîbeya Pênc a Selmanê Faris’ tevî 8 çek, demançeyek, du bombeyên destan, teqemenî û êlegekî xwekujiyê hatin girtin.

 

Her wiha hate ragihandin ku di operasyonê de, endamekî Asayîşa Herêma Kurdistanê birîndar bûye.

 

Dezgeha Asayîşa Herêma başûrê Kurdistanê, da zanîn ku endamên vê komê li gorî madeya 4'an a terorê hatine girtin û niha lêpirsîn bi wan re tê kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye