Ji bo vegera koçberan komîte hatin avakriin

Ji bo lêkolînkirina asta valabûn, hilweşîn û mayînkirina gundên Til Temir û Zirganê ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, Meclisên Gel ên Til Temir û Zirganê 2 komîte ava kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ser vegera Koçberên Serê Kaniyê gotûbêj tên kirin, Meclisên Gel ên Til Temir û Zirganê 2 komîte ava kirine.

Ev komîte dê asta valabûn, hilweşîn û mayînkirina gundên Til Temir û Zirganê, ku ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve hatine dagirkirin, lêkolîn bikin.

Di 9`ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çekdarên xwe, êrîşî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî yê herêma Cizîrê kir.

Di encamê de, Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Di dema êrîşan de gelek gundên navçeyên Zirgan û Til Temirê jî hatin dagirkirin.

Gundên her du navçeyan di navbera QSD`ê û Dewleta Tirkiyê de, bûn sînor.

Tirkiyê heta sala 2025`an jî bê navber gundên Zirgan û Til Temirê topbaran dikir.

Ji ber êrîşan gelek gund vala bûn, Tirkiyê baregehên xwe li gundan çêkir, mayîn çandin û komên çekdar ên bi ser wan ve malên gel talan kirin.

Ji ber van êrîşan jî bi hezaran kes ji warê xwe koçber bûn û heta niha gel ji ber hilweşîna malên wan û mayînan, nikare vegere malên xwe. 

Li gorî agahiyan, li herêma Zirganê bi giştî 82 gund hene.

Ji wan 55 gund li aliyê QSD’ê mane û 27 gund jî hatine dagirkirin.

Ji ber êrîşan, 9 gundên li aliyê QSD’ê bi temamî vala bûne û avahiyên wê hilweşiyane. Li aliyê ku hatiye dagirkirin jî, bi giştî 10 gund vala bûne.

Li gelek gundan jî baregehên leşkerî yên dewleta Tirkiyê hene.

Heta niha bi temamî têkildarî hûrgiliyên li ser rewşa wêranî, valabûn û gundên mayînkirî agahî li gel meclisê jî tune ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye