PJAK'ê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyanî da

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK'ê bi boneya 38'emîn salvegera komkujiya Helebçeyê, daxuyaniyek da û got: "Gelê Kurd tu carî van sûcan ji bîr nake û heta azadiyê wê têkoşîna xwe berdewam bike."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 38'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PJAK'ê wiha ye:

"Di 38'emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de, em vî sûcê li dijî mirovahiyê şermezar dikin û bi hurmet şehîdan bibîrtînin.

Gelê Kurd tu carî van sûcan ji bîr nake û heta azadiyê wê têkoşîna xwe berdewam bike.

Komkujiya gelê me yê li Helebçeyê, di 16'ê Adara 1988'an de bi destê rejîma faşîst û dijmirov a Baas a Îraqê pêk hat, ku bû sedema şehîdbûna nêzî pênc hezar kes, ew komkujî beşek ji plana dijminan a ji bo tunekirina gelê me bû."

 

"Komkujiya Helebçeyê xaleke reş a sîstema cîhanê ye"

 

PJAK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, komkujiya Helebçeyê weke xaleke reş pênase kir û ev nirxandin kir:

"Ev xala reş a ji bo sîstema cîhanî ku bi çavgirtina hêzên desthilatxwaz rû da, encama zêdetirî sed sal ji zilm û bindestiyê bû ku ji peymanên navneteweyî derketibû holê.

Yek ji wan jî, Peymana Lozanê bû. Encamên wê peymanê û komkujiyên li dijî gelê me heta îro jî berdewam dikin.

Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û îradeyeke cîhanî ji bo çareseriyê neyê nîşandan, metirsiya dubarebûna Helebçeyê ji holê ranabe.

Dema mirov li bûyerên ku îsal li Rojavayê Kurdistanê rû da û şerê berdewam yê li Îranê dinêre, tê dîtin ku Kurdistan hîna jî navenda şerekî dirinde ku li ser gelê me tê ferzkirin.

Her çiqas tevgera azadiyê ya gelê Kurd hişyar e û bi helwest û siyaseta xwe rê li ber bi dehan komkujiyên wek ya Helebçeyê girtiye, lê dijmin hîna jî difikire ku welatê me bindest bihêle û komkujiyên mîna Helebçeyê pêk bîne."

 

"Heta ku statûya Kurdan neyê naskirin, qeyrana Rojhilata Navîn çareser nabe"

 

PJAK'ê destnîşankir ku heta statuya Kurdan neyê naskirin, qeyrana Rojhilata Navîn çareser nabe û ev nirxandin kir:

"Bê guman heta cih û statûyek di vê cîhanê de ji bo Kurdan rewa neyê dîtin, wê qeyranên cewherî berdewam bikin.

Arastekirina pirsa Kurd ber bi rewşeke aloz û kaotîk ve birin, lê dê ji bo dijminan nebe rêyeke gihîştina daxwazên wan yên faşîst.

Îro jî berdewambûna pirsa Kurd ya li çar beşan, tê wateya berdewamiya qeyranan a li tevayî Rojhilata Navîn.

Niha jî ku hewl tê dayîn herêm ji nû ve were dîzayînkirin.

Ev sîstem bêyî ku cihek bi rûmet ji Kurdan re diyar bike, wê bisernekeve.

Wê ti aştî û aramiyek ji bo xwe nebîne."

Di dawiyê de PJAK'ê got ku, ji azadiya jinan heya azadiya gelan, tekane rêyek heye, ew jî têkoşîna li dijî vê sîstema herêmî ye, ku hikûmraniya Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye