Îranê êrîşî Kampên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku duh bi 4 dronên bombebarkirî êrîşî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de birîndar hene. Piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ev cara duyem e ku Başûrê Kurdistanê dibe armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran tevî agirbestê êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

 

Duh Îranê bi dronan êrîşî Kampa Sûrdaşê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê kir.

 

Li gorî agahiyan êrîş bi rêya dronan pêk hatiye û di encamê de 3 endamên hêzên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.

 

 

Li Koyeyê jî êrîşek hat kirin

 

 

Her wiha êrîşa bi dronan li ser li Kampa Azadî ya PDK`ê ya li navçeya Koyê jî hat kirin.

 

Li gorî agahiyan di êrîşa li ser Kampa Azadiyê de ti ziyan çênebûne.

 

 

Komeleya Zehmetkêşan: Îranê bi dronan êrîşî kampeke me kir

 

 

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li ser êrîşa bi dronê daxuyaniyek belav kir.

 

Komeleya Zehmetkêşan diyar kir ku di encama vê êrîşê de 3 Pêşmerge birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e.

 

 

Wezareta Karên Navxwe ya Başûrê Kurdistanê êrîşên bi dronan şermezar kirin

 

 

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî li ser êrîşên bi dronan daxuyaniyek belav kir.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe, êrîş di çend demên cuda de û bi rêya çar dronên bombebarkirî hatiye kirin.

 

Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser helwesta xwe ya neguher a Herêma Kurdistanê kir û got:

 

"Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji şer û aloziyan."

 

Wezareta Karên Navxwe her wiha bangî aliyan kir ku êdî aramî û ewlehiya Başûrê Kurdistanê û welatiyan nekin armanca êrîşên xwe.

 

 

Dijeterora Kurdistanê: Balafirên Koalîsyonê 2 dron xistin xwarê

 

 

Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê jî de hat diyarkirin ku duh di demjimêr 05:04`ê êvarî, du dronên bombebarkirî ku ji axa Îranê ve ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatin xistin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye