Li gorî agahîyên Rojnewsê di demjimêrên sibeha îro de, du dronan êrîşî Baregeha Leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ya li sînorê Bamernê kiriye.
Baregeha Leşkerî ya Bamernê, li ser sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve ye.
Hate ragihandin ku herdu dron ketine nava baregehê, yek li nava hewşa wê, yek jî li saloneke baregehê ketiye û teqîya ye.
Drona yekem demjimêr 09:20’ê û ya din jî piştî wê 5 deqeyan li pey hev hatiye arastekirin.
Heta niha li ser encamên êrîşê ti agahî nehatine bidestxistin.