Lezgin

Balafirgeha Kerkûkê rastî êrîşên mûşekî hatin

reset font size increase font size

Parêzgerê Kerkûkê Rêbiwar Taha da zanîn ku şeva borî li Kerkûkê 3 mûşekên Katyûşa ketine xwarê û di encamê de 2 welatî bi sivikî birîndar bûne.

Dîsa di derbarê heman mijarê de Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê jî da diyarkirin ku Rokêta sêyem jî li malekê li taxa Uruba, li başûrê rojhilatê balafirgehê ket, lê tu birîndarî çênebûye.

Hate ragihandin ku piştî bûyerê hêzên ewlekariya Kerkûkê gihiştine cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin.

Heta niha kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24