Leyla Zana wê beşdarî merasîma oxirkirina Salih Muslim bibe

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji bo beşdarî merasîma oxirkirina Salih Muslim bibe wê roja şemiyê derbasî Kobanê bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gelek siyasetmedarên Kurd wê beşdarî merasîma oxirkirina Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bibin.

Ji bo merasîma cenazeyê ku wê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û her wiha siyasetmedara Kurd Leyla Zana wê amade bin.

Li gorî agahiyan deriyê Sînor ê Kobanê wê bê vekirin.

Her wiha ji bo derbasbûna siyasetmedarên Kurd a ji navçeya Sirûcê ya Rihayê ji bo Kobaniyê bi rêya Deriyê Sînor ê Mûşitpinarê, li gel rayedarên Tirkiyê hevdîtin hatine kirin.

Hat zanîn ku destûra pêwîst hatiye wergirtin û ew dê roja şemiyê 14'ê Adarê ji Sirûcê derbasî Kobaniyê bibin.

Salih Muslim duh ji ber nexweşiya têkçûna gurçikan li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye