Aktîvîst û sîyasetmedara Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel daxuyaniya PKK`ê ya dawî weke gaveke dîrokî nirxand û wiha axivî: "Tevgera Azadiya Kurd berpirsiyariyeke nû girt ser xwe û ji bo pêşvebirina aşitiyê ya li Tirkiyeyê îradeyeke girîng nîşan da. Niha divê zemîna qanûnî û sîyasî ya ji bo sîyaseta demokratîk were amadekirin."
Sebahat Tuncel: Zû avîtina gavan wê Tirkiyê bide qezenckirin
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku ji bo rêxistineke xwe fesix dike divê qanûnên pêwîst werin çêkirin; her wiha misogerkirina mafên azadiya raman, îfade, rêxistinbûn û sîyasetkirinê ji bo ku pêvajoya aştiyê mayînde be şertê bingehîn e.
Siyasetmedarê got: "Ev gav çiqas zûtir werin avêtin, Tirkiye ewqas zêdetir qezenc dike. Dirêjbûna pêvajoyê derfet dide provokasyonên dijberên aşitiyê."
"Divê têgehên 'xwişk û biratî, azadî û demokrasî' bên dagirtin"
Siyasetmedar Sebahat Tuncel da zanîn ku divê di navbera gelan de pirên aşîtiyê ji nû ve werin avakirin û diyar kir ku ev berpirsyarî dikeve ser milên rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû kesên ku alîgirê demokrasî û azadiyê ne.
Sebahat Tuncel wiha got:"Divê zimanekî ku cesaretî aştiyê bike û vê pêvajoyê xurt bike were bikaranîn. Zimanê sîyasetê jî divê biguhere. Divê têgehên weke ‘xwişk û biraîtî', 'azadî' û 'demokrasî' werin dagirtin û îradeyeke samîmî were nîşandan."
Siyasetmedarê derbarê bêbaweriya di navbera civakan de destnîşan kir ku divê desthilatdar gavên baweriya civakê bidestdixe û aşîtiyê şênber dike bavêje.
"Gel çareseriya demokratîk û diyalogê dixwaze"
Sebahat Tuncel wiha lê zêdekir: "Rewşa di girtîgehan de bi serê xwe bêbaweriyê kûrtir dike. Lê belê gel alîgirê aşitiyê ye. Gel çareseriya demokratîk û diyalogê dixwaze."
Siyasetmedarê diyar kir ku divê siyaseteke civakê li dora aşitiyê rêxistin bike û desthilatê neçarî gavavêtinê bike were meşandin.
"Aşîtî ne tenê pêşeroja gelê Kurd e"
Siyasetmedar Sebahat Tuncel got: "Ev pêvajoyeke veguherînê ye û divê komîsyona meclîsê di vê meselê de helwesteke bibiryar nîşan bide û AKP`ê jî gavên şênber ên ku baweriyê bidin civakê zûtir biavêje.
Aşitî ne tenê pêşeroja gelê Kurd e, pêşeroja hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê ye."