Li Qamişloyê êriş: 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê, kesên ji derveyî qanûnê êrişî nuqteya Tûgaya Qamişloyê kirin; di encama bersivdana şervanan û pevçûnê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî ve hatine parvekirin, komeke ji derveyî qanûnê êrişî nuqteya Tûgaya Qamişloyê ya li gundê Tewîl Herb kiriye. Di encama bersivdana şervanan de pevçûn derket.

Di pevçûnê de 2 şervan şehîd bûn û 2 şervan jî birîndar bûn.

Her wiha ji bo girtina êrişkaran operasyonên lêgerînê li herêmê  berdewam dikin û piştî tespîtkirinê dê rêkarên qanûnî bên girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye