Li baregeha Qesrik a koalîsyonê ya li Hesekê, dronek hat xistin

Îro di saetên êvarê de, li baregeha Qesrikê a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê, dronek hat xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, drona ku hewil da li baregeha Qesrikê a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê bide, hate xistin.

Di saetên vê êvarê de, hêzên ku li baregeha Qesrikê a nêzî bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê bi cih bûne, dronek xist.

Her wiha li gorî hin zanyariyan, ji destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li dijî Îranê ve, ev cara duyemîn e ku baregeh bi dronan tê hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku bi xistina dronê re, tu zirarên canî û madî çênebûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye