Mexirêb: Dixwaze welatiyên xwe yên DAIŞ`î ji Îraqê vegerîne

Rayedarekî payebilind ê ewlehiyê yê Mexirêb, got ku ew plan dikin welatiyên xwe yên DAIŞÎ vegerîne welêt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Reuters ku xwe distpêre rayederekî payebilind ê Mexirêbê, diyar dike ku wê Mexrîb welatiyên xwe yên ku li Sûriyê bi DAIŞ’ê re şer kirine û ji aliyê DYA’yê ve, ji bo navendên ragirtinê yên Îraqê hatine veguhestin, vegerîne welatên xwe.

Amerîka di 2`ê Çileyê de girtiyên DAIŞ`ê ji Rojavayê Kurdistanê veguhestin Îraqê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê meha borî ragihand ku artêşa Amerîkayê piştî veguhestina 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞ’ê ya Îraqê, erka xwe li Sûriyê bi dawî kiriye.

Ji wê demê ve, Îraq ji welatên Îslamî û Rojavayî dixwaze ku welatiyên xwe vegerînin welatên xwe.

Rayederekî ewlehî ji Ruytersê re got ku 1,667 DAIŞÎyên Mexiribî li derveyî welat li Sûriye û Îraqê hene.

Di nav de 244 di girtîgehên ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve têne kontirolkirn, girtîne.

Di heman demê de 279 DAIŞÎ berê vegeriyane Mexribê.

Rayedar zêde kir ku 269 jinên Mexribî ligel 627 zarokên temenbiçûk li herêma pevçûnê dimînin.

Di heman demê de 134 jin û 354 zarok di kampên ku ji hêla QSD ve li Rojavayê Kurdistanê têne rêvebirin de têne girtin.

Heta niha, ji destpêka krîza Sûriyê ve 125 jin vegeriyane Mexiribê.

Di Adara 2019an de, Mexribê 8 DAIŞyên ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin, vegerand.

Mexiribê ew dadgehkirin û bi tohmeta terorîzmê ji 13 heta 18 salan ceza li wan birî.

Qanûna Mexiribê ji bo tevlîbûna komên cîhadîst ên li derveyî welêt heta 10 salan cezayê girtîgehê dide.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye