Ji 15`ê Nîsana 2023`an ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de berdewam dike, di encama şer de bi hezaran welatî koçber bûn.
Arteşa Sudanê herî dawî piştî pevçûnên tund ku zêdetirî pênc saetan dom kir, ji çend aliyan ve bajarê Bara yê eyaleta Kordofana Bakur dorpêç kir.
Di êrîşa Bara de 24 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn
Li gorî raporên mafên mirovan Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Bara li dijî sivîlan binpêkirinan pêk anîn.
Di encamê de 24 sivîl hatin kuştin, 50 sîvîl jî birîndar bûn û gelek zirar li mal û milkên welatiyan bûn.
Selma Îshaq: Heya niha li El Faşer 300 jin hatin kuştin
Wezîra Geşepêdana Mirovan û Xizmetguzariya Civakî Selma Îshaq, eşkere kir ku di şerê li El Faşerê de heya niha nêzîkî 300 jin hatine kuştin.
Guterres: Ji bo çareseriyê werin ser maseya danûstandinan
Sekreterê Giştî yê NY António Guterres derbarê mijarê de axivî û got: "Ez bang li Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn dikim ku bi nûnerê min yê li Sûdanê re bixebitin da ku bigihîjin çareseriyekî."
Li gorî çavkaniyên leşkerî, artêşa Sudanê êrîşên hewayî li ser çeperên Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên eyaletên Bakur û Rojavayê Kordofanê, di nav de Bara, Umm Bedr, El-Kubra ya li bakurê El-Nuhudê û Eyal Bextît, pêk anîn.
IPC: Birçîbûn dê heta sala bê li El Faşer berdewam bike
Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî destnîşan kir ku birçîbûna li El Faşer û Kadugli heta destpêka sala bê wê berdewam bike.
Tora bijîşkan a Sûdanê ragihand ku di êrîşeke Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku bi dronekê nexweşxaneya zarokan a li herêma Karnoî ya li eyaleta Darfoura Bakur hedef girt de, di nav de jin û zarok 7 kes hatin kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûn.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jî tekez kir ku ew gavên tavilê diavêje da ku belge derbarê tawanên li El Faşerê hatine kirin de biparêze û bang li her kesî kir ku belgeyên di destê xwe de pêşkêş bikin.
Şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê ya karûbarên Erebî û Afrîkayê Massad Boulos, ragihand ku Washingtonê nexşerêyek ji bo agirbesteke mirovî ya sê-mehî li Sûdanê peyda kiriye.