Nûnerên NATO û Yekîtiya Ewropayê peyama yekîtiyê dan

Di roja yekem a Lûtkeya 36'emîn a NATOyê de ku li Enqerê hat lidarxistin, nûnerên NATO û Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyên xwe de peyama yekîtiyê dan Serokên cîhanê, ku ji bo Lûtkeya NATO'yê li Enqerê bûn, piştî rojekê ji trafîka dîplomatîk ên dagirtî û rûniştinên krîtîk li Beştepeyê kom bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa di roja yekem a Lûtkeya 36'mîn a NATO'yê de ku li Enqerê hat lidarxistin, daxuyanî dan rojnamevanan.

Rutte bi bîr xist ku ji 27 endamên YE'yê 23 endamên NATO'yê ne û got: "Em bi gefên Rûsyayê re rû bi rû ne. 

Em dizanin ku Rûs bi Koreya Bakur, Çîn û Îranê re dixebitin; em nikarin saf bin. 

Divê em yekgirtî bin û tam ev e ya ku em dikin."

Serokê Konseya Ewropa: em xwe dispêrin NATO'yê

Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa kêfxweşiyeke mezin ji hevkariya stratejîk a di navbera NATO û YE'yê de nîşan da û diyar kir ku welatên endam sozên xwe bi cih tînin. 

Costa diyar kir ku Ewropa berpirsiyariyeke mezintir ji bo parastina xwe digire ser xwe û divê niha jî wiha berdewam bike û got: 

"Tiştê ku welatiyên Ewropî ji civîna bilind a Enqerê hêvî dikin ev e ku em dikarin ji bo parastina xwe ku li ser têkiliya transatlantîk a pir xurt ava bûye, xwe bispêrin NATO'yê."

Von Der Leyen: Ewropayeke bihêz tê wateya natoyeke bihêz

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Von der Leyen di axaftina xwe de peyama "Ewropayeke bihêz tê wateya NATOyeke bihêz" da. 

Von der Leyen, bi diyarkirina biryardariya xwe ya ji bo dagirtina valahiyan di helwesta xwe ya parastinê de, got: 

800 milyar euro hatiye veqetandin

"Ji bo vê armancê, me heta sala 2030'an 800 milyar euro ji bo pîşesaziyeke parastinê ya bihêztir veqetandiye. 

Em ne tenê dixwazin bingeheke pîşesaziya parastinê ya bihêz hebe, lê di heman demê de em bi Ûkraynayê re bêtir hevkariyê bikin, ji ber ku ew pir nûjen in û xwedî ezmûna şer in. 

Bê guman, em di nav YE'yê de bêtir kirîna hevbeş dixwazin, ji ber ku ev tê wateya hevahengiyê."

Serokên welatên endam ên NATO’yê li qesra serokkomariyê kom bûn

Bernameya 36'emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO'yê ku li Enqerê mazûvaniya wê tê kirin, duh êvarî bi resepsiyonekê li Qesra Serokkomariyê berdewam kir. 

Piştî civîn û rûniştinên ku tevahiya rojê hatin lidarxistin, serokên welatên endam ên NATO'yê li Beştepeyê kom bûn. 

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Emîne Erdogan beriya xwarina fermî li ber deriyê qesrê serok û hevjînên wan pêşwazî kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye