Lezgin

Ukrayna pira Kirimê armanc girt

reset font size increase font size

Dezgeha Asayişa Ukrayna duh sêşemê ragihand ku hêzên wan bi teqemeniyên di binê avê de pira Kirimê, armanc girtine.

Dezgeha Asayişê daxuyand ku sîxûrên wan 1100 kg teqemenî li binê pira Kirimê de çandine û wan çalakiya xwe di berbanga sibehê de, di saet 4:44’an pêk anîne.

Kîev beriya niha ragihandibû ku pira hatiye armanc girtin di nava operasyonên wan yên leşkerî de lêdana wî rewa ye. Di heman demê de Moskow gelek caran ji bo her hewildaneke armanc girtina Kirimê hişyarî dabû.

Ukrayna di van çend rojên dawiyê de êrişên xwe li ser Rûsyayê zêdekirine. Ji destpêka şer ve sê car in Ukrayna êrişê pira Kirimê dike. Ukrayna eşkere kir ku ew sê meh in vê çalakiyê plan dikin.

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24