Bîlançoya dawî ya şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê

Amarên dawî yên şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ji dema destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê yê 28'ê Sibatê de, bi hezaran kes li Rojhilata Navîn hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku ji destpêka şer ve 3,527 kes mirine, di nav wan de 1,606 sivîl hene, ku herî kêm 244 zarok in.

Ajans dibêje ku ew daneyên xwe ji raporên meydanî, çavkaniyên herêmî, yên bijîşkî û yên alîkariyê, rêxistinên civaka sivîl, materyalên çavkaniya vekirî û daneyên fermî berhev dike.

Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor îro ragihand ku heta niha di êrîşên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de herî kêm 1900 sivîl hatine kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Libnan

 

Karbidestên Libnanî gotin ku ji 2'yê Adarê ve di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de 1345 kes hatine kuştin, ku di nav wan de herî kêm 124 zarok hene.

Du çavkaniyên ku bi mijarê agahdar in ji Reutersê re gotin ku; ji dema ku komê di 2'yê Adarê de êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê dest pê kirine, zêdetirî 400 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin.

Di çarçoveyek têkildar de, artêşa Libnanî ragihand ku ji 2'yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser welêt de herî kêm neh leşker hatine kuştin, ku piraniya wan li başûr in.

Sê aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî yên Endonezyayî di du bûyerên cuda de li başûrê Libnanê hatin kuştin, yek bi teqîneke bê sedemek nediyar û ya din jî bi topekê.

 

Îraq

 

Rayedarên tenduristiyê yên li Îraqê ragihandin ku ji destpêka şer ve herî kêm 108 kes hatine kuştin, di nav wan de sivîl, endamên Hêzên Heşda Şebî, leşkerên artêşê û şervanên hêzên Pêşmerge yên Kurd hene.

Karbidestên ewlehiyê li bendereke Îraqî gotin ku endamekî ekîba biyanî di êrîşekê de ku li nêzîkî benderê tankeran armanc girtibû, hatiye kuştin.

 

Îsraîl

 

Xizmeta ambulansê ya Îsraîlê ragihand ku 19 kes bi roketan ji Îran û Libnanê hatine kuştin.

Artêşê got ku; 10 leşkerên wê li başûrê Libnanê hatine kuştin.

 

Amerîka

 

Sêzdeh endamên hêzên çekdar hatin kuştin, û artêşa Amerîkî ragihand ku piştî ketina balafireke sotemeniyê ya leşkerî ya Amerîkî li Îraqê, mirina şeş ji wan hate piştrastkirin, di heman demê de heftên din jî di operasyonên li ser Îranê de hatin kuştin.

Karbidestekî Amerîkî îro ji Reuters re got ku 12 leşkerên Amerîkî di êrîşa Îranê ya li ser Baregeha Hewayî ya Prens Sultan li Erebistana Siûdî de birîndar bûne, ku du ji wan bi giranî ne.

 

Îmaratên Erebî yên Yekbûyî

 

Rayedarên Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ragihandin ku di êrîşên Îranê de 11 kes hatine kuştin, ku 2 ji wan leşker in.

 

Qeter

 

Wezareta Parastinê got ku; di 22'ê Adarê de, dema ku helîkopterek di mîsyoneke rûtîn de ji ber xeletiyeke teknîkî li ser avên herêmî yên Qeterê ket xwarê, heft kes mirin. Wezaretê tu hûrgiliyên din neda.

Ji kesên kuştî çar kes endamên Hêzên Çekdar ên Qeterê, yek Tirk ji hêzên hevbeş ên Qeter-Tirkiyê bû û du kes jî teknîsyen bûn.

 

Kuweyt

 

Rayedarên Kuweytê ragihandin ku heft kes hatine kuştin, ku sê ji wan di êrîşên Îranê de, du endamên Wezareta Navxweyî û du jî endamên hêzên çekdar in.

 

Şerîaya Rojava

 

Li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de, 4 jinên Filistînî di êrîşa mûşekî ya Îranê de jiyana xwe ji dest dan.

 

Sûriyê

 

Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî ragihand ku di 28'ê Sibatê de, dema ku mûşekek Îranî li avahiyekê li bajarê Siwêdayê yê li başûrê welêt ket, çar kes hatin kuştin.

 

Bahreyn

 

Wezareta Karên Hundir got ku; di du êrîşên cuda yên Îranê de, ku ya herî dawî avahiyek niştecihbûnê li Manamayê armanc girtibû, du kes hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî di 24'ê Adarê de ragihand ku yek ji peymankarên wê yên sivîl di êrîşeke Îranê de li ser Behreynê hatiye kuştin. 

Wê peymankar wekî welatiyekî Fransî da nasîn.

 

Sultanetiya Umanê

 

Di 13'ê Adarê de, di êrîşeke bi dronê de li ser herêmeke pîşesaziyê li Soharê, du kes hatin kuştin, ku ev yekem kuştinên li sultaniyetê bûn, ku li wir danûstandinên navbeynkariyê di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de hatine kirin.

Operatorê yek ji tankeran got ku; piştî ku topek li tankerê li peravên Muscatê ket, kesek miriye.

 

Erebistana Siûdî

 

Di encama teqîna topek li taxeke niştecihbûnê ya li bajarê Xercê yê başûr-rojhilatê Riyadê de du kes hatin kuştin.

 

Fransa

 

Li bakurê Îraqê, li cihê ku perwerdehiya dijî terorê didan, di êrîşeke bi dronê de leşkerekî Fransî hat kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye