Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daxuyand ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ber êvara 2`ê Nîsanê de welatiyê Kurd Heyder Hesen Heyder Ebas (40) ê ji gundê Teanê yê gundewarê Babê revand.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber tevlîbûna Heyder Ebas a şahiya Newrozê hat revandin, nasname û çeka wî hat desteserkirin û hêzê ew bir navenda xwe ya li Exterînê.
Li gorî rêxistinê, malbata Heyder Ebas bang li aliyên eleqedar kir ku wî berdin, wî tu sûcek nekiriye heta ku were cezakirin û ji mafê wî ye ku tev li şahiya Newrozê bibe.
Rêxistinê da zanîn ku berdewama revandina Heyder Ebas binpêkirina eşkere ya maf û azadiyan e û daxwaza berdana wî û garantiya rêzgirtina qanûnên navneteweyî kir.