Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siweydayê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Fermandariyê eşkere kir ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li eniyên rojava êrîşî Siweydayê kirin.
Li gorî wê, hêzên Hikûmeta Veguhêz bi dron û hemû cureyên çekên navîn û giran êrîşî taxên niştecihan ên bajêr kirin.
Di êrîşan de 2 endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 2 endamên wan hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Fermandariyê da zanîn ku ev êrîş tevliheviyê derdixe û jiyana welatiyan dixe nava xeteriyê.
Fermandariyê her wiha diyar kir ku hêzên wê li gorî rêgezên şer, bersiva jêdera êrîşan dan.