Du girtî li zindana Şîrazê hatin bidarvekirin

Dewleta Îranê hê jî bidarvekirin û girtina welatiyan didomîne. Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan ên Îranê, 7 girtî di van roja de hatin bidarvekirin. Her wiha 6 welatiyên din jî ku 2 keçên Kurd di nav wan de hene, cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku Dadgeha Şoreşê ya bajarê Şîrazê cezayê bidarvekirinê li Mucteba Dehbendî û Kiyanoş Hemzeyî Karzonî birî.

Li gorî rêxistinê, tawana van herdu girtiyan dabînkirina alîkariya bijîşkî ji xwepêşanderên birîndar re di dema xwepêşandanên çileyê de bû.

Mucteba Dehbendî 23 salî ye û Kiyanoş Hemzeyî Karzonî 27 salî ye û herdu girtî ji bajarê Şîrazê yê ser bi parêzgeha Farisê ne û li zindana navendî ya Adil Abadê ya bajarê Şîrazê girtî ne.

Pênc girtiyên Tirk li zindana Tebrîzê hatin bidarvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand ku di çend rojên borî de, herî kêm pênc girtiyên Tirk hatine bidarvekirin.

Girtî bi navên Suhrab Nûr Mihemedî yê 40 salî, Secad Elî Zade yê 31 salî, Ferdîn Bernal yê 31 salî, Izet Xusro Nijad yê 30 salî û Cewad Ebûlfethî yê 36 salî ne.

Her pênc girtî di dozên cuda de cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn.

Paşê li Zindana Navendî ya Tebrîzê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî ve hatin bidarvekirin.

Dewleta Îranê cezayê girtîgehê li du çalakvanên Kurd birî

Du welatiyên Kurd ên ji bajarê Qurwe yê ser bi parêzgeha Kurdistanê ve bi navên Neda Dedecani û Sitayeş Serabî ku bi navê (Behnûş) tê nasîn roja duşemê cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Herdu keçên Kurd ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên Çileya sala borî de hatibûn girtin û hatin cezakirin.

Ji aliyê dadweriya Îranê ve herdu girtî bi şeş sal girtîgeh, çar sal sirgûnkirina bo parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û 62 qamçîyan hatine cezakirin.

Xwepêşanderekî xwepêşandanên çileyê hat cezakirin 

Ji aliyekî din ve, dadweriya dewleta Îranê cezayê heşt sal girtîgeh li xwepêşanderekî xwepêşandanên Çileyê birî.

Heman rêxistinê da zanîn ku welatiyê bi navê Sîna Sutode yê 31 salî û bavê keçek 5 salî ku ji bajarê Ramser yê ser bi parêzgeha Mazinderanê ve ye, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Tenkabinê ve bi tawana ku li dijî ewlehiya neteweyî tevdigeriya, bi heşt sal girtîgeh hat cezakirin.

Dewleta Îranê cezayê girtîgehê da 3 welatiyan

Têkildarî mijara girtîgehê, Rêxistinê eşkere kir ku Seyîd Elîriza Bihiştî Şîrazî, Nasir Danişfer û Mihemed Cewad Derdkişan, ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Ev ceza ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawana "propagandaya dijî rejîmê" hat dayîn.

Berî niha ev her sê kes di îmzekirina daxuyaniyekê de ku tepeserkirina xwepêşandanên Çileyê şermezar dike beşdar bûn.

Li gorî rêxistinê, Seyîd Elîriza Bihiştî Şîrazî û Nasir Danişfer her yek ji wan 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Her wiha Mihemed Cewad Dardekşan jî 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye