Beşa Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Deryayî yên rêxistinê roja duşemê li nêzî perava Umanê êrîşî du tankerên petrolê yên Îmaratî kir ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Supaya Pasdaran zêde kir ku her derbasbûnek di Tengava Hurmizê re dê bibe sedema poşmaniyê.
Di encama van êrîşan de, endamekî ekîba keştiyan ê Hindî jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din, ku 6 ji wan welatiyên Hindî û 2 ji wan Ûkraynî ne, birîndar bûn.
Piştre Hindistanê gazî cîgirê balyozê Îranê li New Delhiyê kir.
Centcom: Operasyona Amerîkayê ya li dijî Îranê bi dawî bû
Piştî êrîşa Îranê ya li ser du tankerên Îmaratî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) careke din bi daxuyaniyekê li ser platforma Xê eşkere kir ku hêzên Amerîkî pêleke nû ya êrîşan li dijî armancên leşkerî yên Îranê pêk anîne.
Pêla dawî ya êrîşên Amerîkî yên li dijî Îranê sibeha roja sêşemê bi dawî bû, ku bi giştî 5 demjimêran dom kir.
Her wiha CENTCOMê lê zêde kir ku di vê operasyona pênc demjimêrî de, hêzên Amerîkî bi serkeftî êrîşî armancên leşkerî li seranserê Îranê kirin.
Di dawiyê de CENTCOMê da zanîn ku niha zêdetirî 50,000 leşkerên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn belav bûne.
Her wiha di êrîşan de parêzgehên Îranê Bûşehr, Xozistan, Hurmuzgan û Sîstan û Belûçistan hatin bombebarankirin.
Rayedarên Îranê diyar kirin ku li gorî nirxandinên destpêkê, heta niha çar kes di êrîşan de birîndar bûne.
Supaya Pasdaran bersiva êrîşên Amerîkayê da
Piştî bidawîbûna êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê, sibeha sêşemê, Supaya Pasdarên Îranê bersiva xwe ya li ser êrîşên Amerîkayê ragihand.
Supaya Pasdarên Îranê îdia kir ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî cihên Amerîkiyan li baregeha Cifêr li Behreynê û baregehên Amerîkî li Urdunê kiriye.
Ji aliyekî din ve, Desteya Operasyonên Deryayî ya Brîtanî roja sêşemê nîvro, ragihand ku wan raporek wergirtiye ku tankerek petrolê li peravên Umanê hatiye armancgirtin.
Di raporê de hat gotin ku rayedar lêkolîna berfirehiya bûyerê dikin.
Desteya Operasyonên Deryayî ya Brîtanî her wiha ji keştîyên ku di tengavê re derbas dibin şîret kir ku baldar bin.