Kiryarên dewleta Îranê yên li ser jinan berdewam dike.
Dewleta Îranê cazayê bidarvekirinê li Leyla Ebolhusnî birî.
Leyla Ebolhusnî ya 43 salî û dayîka du zarokan e, ji ber kişandina dîmenan li firoşgehek hat girtin û bi tohmeta ‘dijminatiya li dijî Xwedê’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Leyla Ebolhusnî yek ji wan kesên ku di xwepêşandanên destpêka vê salê de li Îranê hatine girtin e.
Li bajarokê Şahîn Şehr ê Îsfahanê, bi tohmeta “dijminatiya li dijî Xwedê” (Miharebe) cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Leyla Ebolhusnî îtiraza biryarê kiriye û dosyaya wê niha li benda nirxandina Dadgeha Bilind e.
Doza wê di gulana borî de li Daîreya 5’an a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê, bi serokatiya Dadwer Wehîd Hemmat Nejad hat dîtin û dadgehê cezayê bidarvekirinê lê birî.
Îranê cazayê bidarvekirinê li Leyla Ebolhusnî birî
Kiryarên dewleta Îranê yên li ser jinan berdewam dike. Dewleta Îranê cazayê bidarvekirinê li Leyla Ebolhusnî birî.