Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkyan, beriya ku berê xwe bide bajarê New Yorkê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo beşdarbûna civînên salane yên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, daxuyaniyek da rojnamevanan.
Pezeşkyan diyar kir ku ev seredan fersendek e ji bo gihandina dengê gelê Îranê û eşkere kir ku ew ê li hember her cure tewanbariyan berevaniyê di ber mafên welatê xwe de bike.
Ev geşedan di demekê de tê ku rageşiyên navneteweyî li herêmê bilind bûne. Her wiha, beriya daxuyaniya Pezeşkyan, ragihandina fermî ya Îranê dabû zanîn ku wezareta derve ya Amerîkayê vîzeya tîma ragihandinê û rojnamevanên ku biryar bû ligel şandeya Îranê biçin New Yorkê, red kiriye. Tevî van astengiyan jî, serokê Îranê destnîşan kir ku peyama wan a aştî û parastina mafan dê bigihîje cîhanê.