
Di xwepêşandanê de daxwaza hat kirin ku di destûra Sûriyê de zimanê Kurdî bê bicihkirin û êdî Kurdî jî bibe zimanekî fermî li seranserê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Xwepêşanderan pankartên wek "Zimanê me rûmeta me ye, Ziman nasname ye", bilind kirin.
Her wiha daxwaz hat kirin ku zimanê Kurdî di pêvajoya xwendinê de bi 3 dersan neyê sînordarkirin û tevahiya dersan bibin bi Kurdî.