Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Mahabadê cezayê darvekirinê li welatiyê bi navê Muhsîn Îslamxa yê 20 salî ku bi xwe xelkê bajarê Bokanş ye, biriye.
Tê gotin ku nêzî du mehan, Muhsîn di girtîgeha Urmiyeyê de hatibû êşkencekirin û xwestine ku bi zorê sucekî ku nekiriye, îtiraf bike.
Li gorî agahiyan piştî êşkenceyeke zêde, Mushîn şandine girtîgeha Bokanê.
Di sala 2022’yan de, Muhsin Îslamxa ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li bajarê Bokanê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû girtin.