Di civîna Urdunê de Entgrasyon û Nenavendîbûn hat nîqaşkirin

Di hevdîtina di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Amerîkayê de ku li Urdunê pêk hat, mijarên entegrasyona demokratîk û sîstema nenavendî hat nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li paytexta Urdun Emmanê di 25`ê tebaxê de hevdîtin di navbera şandeyeke Amerîkî ya ku ji Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson pêk dihat û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed pêk dihat, pêk hat.  

Piştî civînê hat destnîşan kirin ku di hevdîtinê de mijara pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD`ê û Hikûmeta Şamê de û astengî û çareseriya pirsgirêkan jî hat nîqaşkirin.

Her wiha şandeya DYA’yê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re diyar kiriye.

Çavkaniyê anî ziman ku hewildanên ji bo hevdîtinên Rêveberiya Xweser bi hikumeta Şamê re berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24