Jin li Amedê 'Kursiya Aştiyê' ava dikin

Gelên cîhanê amadekariya pêşwazîkirina 1’ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî di bin atmosfera pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de amadekarî tên kirin. Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr da zanîn ku ew ê li Amedê “Kursiya Aştiyê” deynin û daxwazên xwe raghînin meclîsê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gele Kurd û Tirkiyê îsal bi kelecanek cûda 1’ê Îlonê pêşwazî dike. Bernameyên çalakiyan yek bi yek tên eşkere kirin. Îsal jinên Amedê di çarçoveya amamdekariyên 1’ê Îlonê de 29’ê Tebaxê li navçeya Sûrê di pêşengtiya TJA’yê de “Kursiya Aştiyê” danîn.

Jinên ku bi kursiya aştiyê nêrînên xwe derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê bînin ziman piştre jî “Zincîra Aştîyê” ava bikin û ji bo zarokan jî çalakiya boyaxkirinê li dar bixin.

Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr têkîldarî çalakiyê ji Ajansa Mezopotamya re axivî û dest nîşan kir ku bi rêya Kursiya Aştiyê dê daxwazên jinan qeyd bikin û encamê pêşkeşî komîsyona meclîsê bikin.

 

'Em aştiyeke birûmet, adilane û wekhev dixwazin'

 

Nûr Aytemûr da zanîn ku daxwaza wan êrîşên li hember jinan ji bo şopandinê vegûhastina meclîsê ye.

Nûr Aytemûr daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û wiha domand: “Aştî tê wateya ku jin neyên qetilkirin, destdirêjî li zarokan neyê kirin. 

Herwiha aştî azadiya hevalên me yên ku bêheq û hiqûq li girtîgehan de ne. Em aştiyeke birûmet, adilane û wekhev dixwazin.

Nûr Aytemûr herî dawî ji bo tevlîbûnê gazî hemû jinan kir û got: "Civaka demokratîk di tax û kolanan de tê avakirin. Em wek tevgera jinên Kurd, bawer in ku divê aştî li kolanan bê birêxistinkirin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24