Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Rimêlanê konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konferansa 3'yemîn a Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya “Bi rihê şehîdên azadî, demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” dest pê kiriye.

Konferans bi amadebûna 400 delegeyan li Rimêlan tê lidarxistin

Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê  Rimêlanê yê Kantona Cizîrê bi beşdariya nêzî 400 delegeyên meclisê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di konferansê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hemo, bi navê Kongra Star Gulîstan Gulo û bi navê YPJ’ê fermandar Kurdistan Koçer axivîn.

Di axaftinan de bal kişandin li ser rola pêşeng a jinan di domandina rêya şehîdan û belavkirina nirxên azadî û wekheviyê de.

Her wiha qala keda şehîdan di parastina herêmê û têkbirina terorê de jî hat kirin.

Dê endamên nû bo Meclisê werin hilbijartin

Endama Kongra Star Elîf Hemo jî rewşa siyasî ya li Sûriyê û guhertinên li herêma Rojhilata Navîn şîrove kirin.

Di berdewamiya konferansê de, dê rapora xebatên 2 salên borî yên meclisê were xwendin, rêzikname were xwendin û nîqaşkirin.

Di heman demê de dê endamên nû yên meclisê werin hilbijartin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye