SAMER: Di sala 2025’an de 420 jin hatin kuştin

Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER`ê di rapora xwe de eşkere kir ku, di sala 2025'an de 420 jin hatine kuştin û 508 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê rapora xwe ya “Lêkolîna bûyerên tundiya li dijî jinê ya di navbera 1’ê Çileyê û 31’ê Kanûna 2025’an de li ser çapemeniyê hatine weşandin” parve kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku di navbera van mehan de 420 jin hatine qetilkirin û 508 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin ku 662 jin di encama tundiya fîzîkî de birîndar bûne, hezar û 89 jin bi darê zorê neçarî karkeriya zayendî hatine kirin, 130 hatine tacîzkirin, destdirêjî li 25 jinan hatiye kiriye, li 96 jinan gef/heqaret hatine kirin û 170 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. 

Li gorî raporê, ji sedî 60’ê bûyeran nasnameya tawankar nehatin tesbîtkirin, di nav kesên tawankar de hevser û xizmên nêz derketin pêş. 

Hat diyarkirin ku ji sedî 15’ê kuştinan li Stenbolê pêk hatine. Stenbol di bûyerên destdirêjî û îstîsmarkirina zarokan de jî di rêza yekem de ye.

SAMER’ê, da xuyakirin ku ev dane tenê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine ragihandine û hişyarî da ku dibe hejmarên rastîn pir zêde bin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye