Li Başûrê Kurdistanê di 8 mehan de 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî zanyarên Ajansa Rojnewsê parve kiriye, di nava 8 mehan de li Başûrê Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Dr. Xeyal Cewahîr Di derbarê tundiya li ser endamên malbatê,taybet jin û zarokan de got:“Heta ku hikûmet, civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî hêzên xwe nekin yek, zarok û jin wê rastî binpêkirinên cidî werin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Iraqê di nava çar dîwarên malê de gelek cûrê tundî li dijî endamên malbatê, bi taybet jin û zarokan tên kirin.

Li gori Ajansa Rojnewsê, di nava heşt mehên destpêkê yên îsal de li Herêma Başûrê Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di sala (2024) de li Herêma Başûrê Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin an jî neçarî xwekuştinê hatibûn kirin. Ji wan 7 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Dr. Xeyal Cewahîr: Zarok û jin dê rastî binpêkirinên cidî werin

 

Dr. Xeyal Cewahîr li ser tundiya jinan diyar kir ku heta hikûmet, civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî hêzên xwe nekin yek, zarok û jin dê rastî binpêkirinên cidî werin.

Xeyal Cewahir da zanîn ku tundî ne tenê bi şêwazê fîzîkî tê kirin, gelek cureyên xwe hene ku herî zêde li ser endamên malbatê yên jin û zarok rastî tundiya fîzîkî, tundiya derûnî, tundiya cinsî û tundiya aboriyê tên.

 

Dê çawa li dijî tundiya nav malê têbikoşin?

 

Têkildarî mijarê Dr. Xeyal Cewahîr got: “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi hewldanên yekgirtî heye.

Her wiha pêwîstî bi bilindkirina hişmendiya civakê ya li ser mafên mirovan û wekheviya zayendî bi rêya kampanyayên hişmendiyê û bernameyên perwerdehiyê di dibistan û civakê de, heye.

Xeyal Cewahir balkişand ser rêya çareserîyê û got:" Xurtkirina rola rêxistinên civaka sivîl di çavdêrîkirin û têkoşîna li dijî tundiya nav malê de, dabînkirina alîkariyê ji qurbaniyan re û zêdekirina zextên li ser rayedaran ji bo misogerkirina parastinek bibandor jî beşek ji çareseriyan in."

Dr. Xeyal Cewahîr da zanîn ku ji bo misogerkirina ewlehî û rehabîlîtasyonê, pêwîste navendên piştgiriyê û stargehên ji bo qurbaniyan, her wiha xizmetên şêwirmendiya derûnî, bijîşkî û yasayî werin peydakirin.

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Xeyal Cewahîr destnîşan kir ku tundiya nav malê li Iraqê, ne tenê pirsgirêkek malbatî ye, pirsgirêkek ku bandorê li tevahiya civakê dike ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24