NY: Metirsî li ser 676 milyon jinan heye

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku 676 milyon jin ji ber şer û pevçûnan di xeteriyê de ne û wê nêzîkî 351 milyon jin jî di nav xizanî û belengaziyê de bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Raportek ji aliyê UN Women û Daîreya Karûbarên Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin, hişyarî da ku eger rewşa heyî berdewam bike, heta sala 2030’an wê 351 milyon jin di nav xizanî û hejariyê de, jiyana xwe bi zehmetî derbas bikin.

Di raportê de, hate diyarkirin ku rêjeya mirina dayikan a bi ducaniyê di navbera salên 2000 û 2023`an de %40 kêm bûye, lê ji ber şer û pevçûnan 676 milyon jin bi xeteriyê re rû bi rû dimînin.

Raportê da zanîn ku cudahiya zayendî û newekheviya di navbera jin û mêran de di pozîsyonên desthilatdarî û serokatiyê de, hîn jî zêde tê dîtin û herî zêde mêr dibin desthilatdar.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24