Çalakiya ku li Rihayê li Hola Konferansê ya Şaredariya Haliliyeyê hate lidarxistin, bi peyamên ku divê jin hem di rêveberiyên herêmî de û hem jî di hemû warên jiyanê de têkoşînek çalaktir bidin bi rêve çû.
Li aliyek din jî atolyeya ku li navçeya Panos a Agiriyê hate li darxistin têde endamên Meclisên Jinan ên DBP û DEM Partiyê û gelek jinên din hazir bûn.
Endama TJA’yê Dîlan Başboga di atolyeyê de bi kurtasî axivî û wiha got:
"Dewlet dixwaze îradeya ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji destê wan bigire.
Lê jinên Kurdistanê tu carî teslîmî vê pergalê nabin. Ew ê li her deverê ku lê bin û bi qîrîna "jin jiyan azadî" berxwedanê bidomînin."