"PDK’ê li Kerkûkê kursiyeke kurdan şewitand"

Serpereştyarê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Aso Mamend li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê got ku PDK’ê li Kerkûkê kursiyeke Kurdan şewitand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aso Mamend di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelek dengên Kurdan li Kerkûkê şewitîn lê tevî vê yekê jî Kurdan ji %41’ê dengan bidest xist.

Serpereştyarê YNK’ê yê Kerkûk-Selahedînê Aso Mamend eşkere kir ku li Kerkûkê Kurdan ji %41, Ereban ji %38 û Tirkmenan jî ji %16’yê dengan bidest xistine û got:

"PDK’ê li Kerkûkê kursiyeke Kurdan şewitand."

Her wiha Aso Mamend wiha axaftina xwe berdewam kir:

"Li gor encama heyî Kurd li Kerkûkê hejmara pêwîst ya kursiyan bidest naynin.

Dengê PDK’ê ji bo namzedê dawîn yê Xiristiyan li Kerkûkê beşek din ji dengên Kurdan li bajêr şewitand.

Ev yek ji bilî wê yekê ye ku rê li ber hinek dengderan digire ku werin Kerkukê da ku li xala kontrolê ya Şêraweyê deng bidin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye