Duran Kalkan: Nexşerêyek hat çêkirin, em li bendê man, lê tiştek nehat

Duran Kalkan ragihand ku Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê di 27ê Adarê de li ser nexşerêyekê li hev kir. Kalkan diyar kir ku ji wan re hatiye gotin, divê ji bo gavên ku dê werin avêtin amade bin. Lê ji nişka ve pêkanîna vê nexşerêyê, hatiye rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan li ser pêvajoya berdewam a der barê pirsgirêka Kurd de daxuyaniyên balkêş da.

Duran Kalkan anî ziman ku di hevdîtina Damezirînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê ya 27ê Adarê de, nexşerêyek derketiye holê, lê ji hêla dewletê ve nehat bicihanîn.

Hat destnîşankirin ku dan û standinên di navbera aliyan de, rayedarên dewlata Tirkiyê herî zêde li ser pirsa rewşa siyasî ya pêşerojê ya Kurdan wêdetir, mijara danîna çekan dike navend.

Tevî ku civîna 27ê Adarê ku wekî "astengiyeke krîtîk ku dê rêça pêvajoyê diyar bike" hat binavkirin, lê hîn jî nexşerêyek ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve derneketiye holê.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan anî ziman ku nebûna hevdîtinên li Îmraliyê piştî 27'ê Adarê di pêvajoyê de nezelalî çêkiriye û diyar kir ku ji civîna 27'ê Adarê ve nexşerêyek derketiye holê, lê ew nehatiye bicihanîn.

Duran Kalkan: Pêvajo divê bi zelalî were meşandin

Duran Kalkan di axaftina xwe de wiha got:

"Di pêvajoyê de her kes bi qasî me ne vekirî ye.

Ji ber vê yekê, ev pêvajo di asta ku tê xwestin de nameşe.

Devlet Bahçelî jî bi tena serê xwe dest bi weşandina nexşerêyan dike.

Em ji vê yekê hinekî matmayî dimînin.

Bi rastî, nexşerê di encama nîqaşên di navbera rayedarên dewletê û Rêber Apo de, di civîna 27ê Adarê de hate afirandin û lihevkirinek hate bidestxistin.

Lê belê tiştek ji wê lihevkirinê nehat bicihhanîn."

'Nexşerêyek hat çêkirin, lê ji nişka ve hate rawestandin'

Kalkan li ser nexşerêya ku di 27'ê Adarê de derketiye pêş, ev agahî da:

"Ji me re hate gotin ku dema pêşnûme hat, dereng nemînin û nêrînên xwe diyar bikin.

Rêveberiya me li gorî wê amadekarî kir û li bendê ma.

Lê tiştek nehat.

Ser de çapemeniya şerê taybet li ser tevgera me dest bi axaftinan kir.

Bi rastî, em matmayî man.

Em nikarin bi vî rengî bixebitin, pêvajo nikare bi vî rengî bi pêş bikeve.

Divê ew cidî bin.

Bi rastî jî divê her kes cidî be."

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bapendê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk'in û wek tevger heta dawiyê girêdayî pêvajoyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye