Tê payîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawiyê peyamên girîng bide.
Pîrozbahiyên Newrozê li çaraliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê tê pîrozkirin.
Newroza Amedê, îsal jî di 21’ê Adarê de, li Qada Newrozê tê pîrozkirin.
Xebatên Newrozê li tevahiya bajêr didomin.
Çav li rêye ku cardin zêdeyî milyonek kes li Amedê Newrozê pêşwazî bike.
Di Newrozê de mijara herî zêde tê meraqkirin jî peyama Abdullah Ocalan e.
Tê payîn ku Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya Newroza îsal de, balê bikişîne ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.
Peyama Rêber Apo ya Newrozê herî dawî di 2013'an de, li Newroza Amedê ji aliyê endamên Şandeya Îmraliyê ya wê demê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ve, hatibû xwendin.