Hêzên Asayişê li Dêra Zorê 9 kes girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di operasyoneke ewlehiyê de li rojhilatê Dêrazorê, 9 kes girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li gundewarê Dêrazorê hêzên wan ên taybet (H.A.T.), bi Dezgeha Ewlekariya Giştî re operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Di encama operasyonê de, 9 kesên ku destê wan di êrîş û karên girêdayî terorê de hebûn, hatin girtin.

Her wiha Asayîşê eşkere kir ku di operasyonê de, çek û cebilxane hatin desteserkirin ku ji aliyê wan 9 kesan ve ji bo êrîşan hatibûn amadekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz da ku ew ê operasyonên bi vî awayî berdewam bikin, da ku gelê xwe biparêzin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye