Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku êrîşa asmanî li ser rêya Cermeq-Xerdelî otomobîlek hedef girtiye, di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Her wiha duh jî, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de, li ser bajarê Kefra yê li başûrê Libnanê kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Tevî ku agirbest di mijdara 2024'an de pêk hatibû, Îsraîl îdia dike ku ew bi êrîşên xwe yên li ser başûrê Libnanê, Hizbullah hedef digire.