Geştên asîmanî ya di navbera Silêmaniyê û Stenbolê dest pê kir

Piştî 2 sal û nîv ji rawestandina geştên asîmanî, balafireke komanyaya Rêhewayî a Tirkiyê bi 120 geştiyan li Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê danî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev destpêka asayîbûna geştên asîmanî yên di navbera Tirkiyê û Silêmanyê de piştî dorpêça Enqereyê ya li ser balafigehê.

Her wiha gihêştina balafiran bi kêfxxwaşî û şahiya geştiyaran hat pêşwazîkirin.

Yek ji geştiyaran Hîdayet Salih ji ajansa Rudawê re got, "Ez kêfxweş û bextewar im, vekirina balafirgehê gelek karê me hêsan dike."

Her wiha hunermend Peywend Cafê ku ew jî yek ji geştiyaran bû got:

"Piştî bendewariyeke dirêj ez kêfxweş im, çimkî rêya min a dûr nêzîk bû."

Heman balafirê 105 rêwî ji Silêmaniyê birin Tirkiyê.

Li gorî biryarê vê mehê hefteyê çar geştên asmanî di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de bên kirin û meha bê jî bi zêdebûna kompanyayeke din, hejmara geştan zêdetir bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye