Li Sûriyê pêla tunûtûjî berfirehtir dibe

Li Sûriyê tundî roj bi roj berfirehtir dibe. Di êrîşên alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, li Şamê 2 kes birîndar bûn. Li Tedmûrê alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi hinceta ku alîgirê rêjîma Baas'ê bû, firoşgeha kesekî ji eşrîa Igêdat şewtand. Eşîra Igêdat ji Hikûmeta Veguhêz xwest ku êrîşkaran darzînin, da xwîn neyê rijandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Xwepêşandanên alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li dijî alîgirên rêjîma Baas'ê veguherîne êrîş û serdegirtinan

Pêla tundûtûjî û bê ewlehiyê di nav rewşek alozî û nîgeraniya gelêrî de, berdewam dike.

Duh di vê çarçoveyên gelek serdegirtin û êrîş li çend parêzgehên Sûriyê derketin.

Alîgirên Hikûmeta Veguhêz li Şamê bi ser çend firoşgeh, mal û taxên elewiyan de girtin.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn û rewşa wan xerab e.

Her wiha rûspiyên taxa Eş Werwer yê li Şamê bi daxuyaniyekê gotin ku divê her kesê destên wan di êşa gelê Sûriyê de heye were darizandin.

Her wiha banga redkirina tev li heviyê, gotara mezhebî û xurtkirina aştiya sivîl û yekîtiya neteweyî kirin.

Li Himsê jî ji ber kirinên alîgirên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi dehan xelkê ji malên xwe derketin û reviyan.

Li Tedmûrê jî koma "Şoreşgerên Tedmûrê" yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê firoşgeheke kesekî ji eşîra Igêdat şewitandin.

Koma "Şoreşgerên Tedmûrê" ev firoşgeh bi hiceta ku xwediyê wê alîgirê rêjîma Baas'ê bû, şewitandin.

Piştî vê, eşîra Igêdat li Dêra Zorê daxuyaniyek da û tê de hişyarî nîşan kirin.

Eşîra Igêdat gotin ku eger ev kom ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve neyên darizandin ew ê bi şêwazê xwe komê darizînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye