Hat ragihandin ku li Girava Qeşemê ya parêzgeha Hurmuzganê ya Îranê, Hêzên Çekdar ên Îran û Amerîkayê gule li hev reşandine.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî ya Îranê wiha ragihand:
"Li Girava Qeşemê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û Hêzên Dijmin de şerekî rû bi rû derketiye."
Di encama vî şerî de, hinek beşên bazirganiyê yên "Skeleya Behmenê" ya li Girava Qeşemê hatine hedefgirtin.
Heta niha nehatiye eşkerekirin ka ev pevçûn şerekî bejahî ye yan jî êrîşeke asmanî ye, ku pergalên parastina asmanî yên Îranê bersiv dane.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê îdia kir ku, dibe di êrîşên li ser Skeleya Behmenê de rola Îmaratê hebe.
Li aliyekî din, medyaya Îsraîlê ragihand ku çavkaniyên Îsraîlî diyar kirine ku ti pêwendiyên wan bi rûdanên li Îranê re tune ne.
Li navçeya Sîrîkê jî dengê teqînan hatiye bihîstin
Hat ragihandin ku li navçeya Sîrîkê ya parêzgeha Hurmuzganê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.
Rayedarên Îranê diyar kir ku ev deng ji ber guleyên hişyariyê yên Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran bû, ku ji bo kontrolkirina derbasbûna keştiyan hatine berdan.
Her wiha Ajansa Tesnîmê ragihand ku li ser bajarê Bender Ebasê êrîşeke bi dronan hatiye kirin.
Li gorî nûçeyê, du dron ji aliyê pergalên parastina asmanî yên Îranê ve hatine xistin.
Çavkaniyên Îranî îdia dikin ku ev alozî piştî êrîşeke artêşa Amerîkayê ya li ser tankereke Îranê, dest pê kiriye.
Heman çavkaniyan gotin ku wan li Tengava Hurmizê bi mûşekan bersiva êrîşên hêzên dijmin daye, û wan ew neçar kiriye ku ji herêmê vekişin.
Piştî van rûdanan serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da.
Donald Trump ragihand ku sê keştiyên şer ên Amerîkayê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn rastî êrîşê hatine.
Trump diyar kir ku keştiyên wan bêyî ku zirarê bibînin, peywira xwe temam kirine.
Trump: Eger Îran peymanê îmze neke em ê êrîşeke tund pêk bînin
Donald Trump eşkere kir ku hêzên êrîşkar ên Îranê hatine îmhakirin, û wan hişyariyeke tund daye Tehranê û wiha got:
"Heke ew peymana xwe yekser îmze nekin, em ê di paşerojê de wan bi awayekî pir tundtir têk bibin."
“Tevî êrîşa Amerîkayê agirbest bi dawî nebûye”
Li aliyê din, berpirsên Amerîkî ji medyaya welatê xwe re piştrast kirin ku êrîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.
Lê wan dest nîşan kir ku ev nayê wateya bidawîhatina agirbestê yan jî destpêkirina şerekî nû.
Îran: Amerîkayê agirbest bin pê kir
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfeqarî anî ziman ku, artêşa Amerîkayê agirbest bin pê kiriye û tankereke petrolê ya Îranê kiriye armanc.
Zulfeqarî eşkere kir ku tankera Îranê ji herêma Caskê ber bi Tengava Hurmizê ve diçû.
Her wiha wî artêşa Amerîkayê tawanbar kir ku li nêzîkî Fuceyreyê êrîşî keştiyeke din jî kiriye.