Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî dikin

Şandeyek ji Dayikên Aştiyê, Berdevka DEM Partiyê û Parlementera DEM Partiyê, ligel Serokwekîlên Partiya Tevgera Netewperest (MHP'ê) hevdîtinek pêk anîn. Serokwekîlê Partiya Tevgera Netewperest Erkan Akçay, bi gotina “Hûn bi xêr hatin”, Dayik pêşwazî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi boneya Roja Dayikan, şandeyeke ji meclisa Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî dikin.

Şande ji Behiye Yalçîn, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê.

Her sê Dayikan, ligel Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, li Meclisê, destpêkê serdana Partiya Tevgera Netewperest (MHP'ê) kirin.

Serokwekîlê MHP`ê bi Kurdî pêşwaziya Dayikên Aştiyê kir

Serokwekîlê MHP'ê Erkan Akçay dayik bi gotina, ‘Hûn bi xêr hatin’ pêşwazî kirin û got:

"Zimanê êşan tune ye, lê dilê wan heye."

Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun ku tekildarî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand û bi lêv kir ku hevdîtina wan bi erênî derbas bû û wiha got:

“Em pir kêfxweş bûn. Em hevî dikin ku em ê aştiyê bi hev re bigihînin armancê û li vî welatî bi hev re bijîn.”

Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî diyar kir ku ji bo ku aştî pêk were, ew piştgiriya têkoşîna birêz Abdullah Ocalan û Serokê Giştî yê MHP'ê dikin.

Her wiha wê tekez kir ku ji bo aştiyê, çi ji destê wan were dê bikin.

Şandeyê serdana partiya Deva'yê û partiya Saadetê kir

Piştî serdanên MHP'ê, şandeyê serdana Partiya DEVAyê û Partiya Saadetê kir.

Şandeya Dayikên Aştiyê, li Navenda Giştî ya Partiya DEVA'yê bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtin pêk anîn.

Cîgirê Serokê Giştî û Parlamenterên Partiya DEVA'yê Sadullah Ergîn û Mehmet Emîn Ekmen jî di hevdîtinê de amade bûn. 00.37 - 00.55

Dayikên Aştiyê li navenda Giştî ya Saadetê jî bi Serokê Giştî yê Saadetê Mahmut Arikan, parlamenter Bulent Kaya û Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Partiya Saadetê Sabir Firat re hevdîtin pêk anîn.

Dayikên Aştiyê dê di vê hevdîtinê de jî çarika spî diyarî endamên Partiya Saadetê bikin.

Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên CHP'ê, Celecekê û AKP'ê bikin

Serdanên Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî re sibe jî dê bidomin. 

Dayikên Aştiyê îro di saet 12.00an de dê serdana CHP'ê bikin, di saet 14:00'an de jî dê serdana Partiya Gelecekê bikin û di saet 15.30'an de jî dê li meclisê serdana koma AKP'ê bikin. 

Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wê serî li wezareta dadê bidin

Piştî serdanan, di dawiyê de Dayikên Aştiyê dê ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di saet 16.30'an de li ber Wezareta Dadê dê daxuyaniyê bidin û serî li Wezareta Dadê bidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye