Îro Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li bajarê Hesekê tabelaya nasandinê ya li ser avahiya Koşka Dadweriyê ku bi zimanê kurdî û erebî hatibû nîvisandin, rakir û li şûna wê tabelaya bi zimanên erebî û îngilîzî danî.
Pitî Hesekê, li Qamişloyê jî gel li pêşiya avahiya dadgehê kom bû û nerazîbûna xwe nîşan da.
Şêniyên bajarê Til Temirê jî bi armanca misogerkirina zimanê kurdî meşek li dar xist û peyama "Zimanê Kurdî Nasname û Çanda Me Ye" dan.
Di meşê de hevseroka Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û got ku zimanê kurdî nasname û çanda herêmê ye.
Xelkê Kobanê jî li hember nenivîsnadina navên bajar bi zimanê Kurdî li ser tabelayên nasandinê, şaredariyê tabloyên nû ku bi Kurdî û Erebî hatine nivîsandin, danîn.
Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê jî piştî xwepêşandana şêniyan a li hember nenivîsnadina navên bajar û navendan bi zimanê Kurdî li ser tabelayên nasandinê, şaredariyê tabelayên nû danîn.
Tabelayên nû bi Kurdî û Erebî hatine nivîsandin û li ser avahiyên şaredariyê û navenda tenduristiyê hatine danîn.