DEM Partî: Eger tiştekî Elewî jê nerazîbin em razî nabin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew ê ticarî rizayê nedin hiqûq û pergaleke ku Elewî tê de wekhev nebin û destnîşan kir ku aştî tenê bi naskirina statuya Cemxaneyan û azadiya hemû nasnameyan pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê bi beşdariya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Enqereyê bi nûnerên saziyên Elewiyan re hat cem hev. Di civînê de fikar û daxwazên civaka Elewiyan hatin guhdarîkirin.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku pêvajoya aştiyî û civaka demokratîk bi wekheviya Elewiyan ve girêdayî ye. Bakirhan li dijî hewldanên ve derkirina Elewiyan derket û got ku armanca wan a sereke "demokratîkkirina komarê" ye; di vê çarçoveyê de entegrasyona demokratîk ne pişaftin e, daxwaza hemwelatiya wekhev e.

Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan jî spasiya DEM Partiyê kir û destnîşan kir ku tu kes nikare bi tenê serê xwe li ser navê Elewî û Kurdan biryarê bide. Aslan ragihand ku piştî vebûna Meclisê ew ê bi Serokê Meclisê û hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin da ku nexşerêya xwe parve bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye