Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan derbên giran li binesaziya pîşesazî û enerjiyê ya Ukraynayê xistine

Artêşa Rûsyayê bi çekên hûrbîn û dronan êrişeke berfireh bir ser binesaziya Ukraynayê; di encamê de kargehên leşkerî, navendên enerjiyê, parzûngehên neftê û binesaziyên benderan li çendîn parêzgehan hatin armancgirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku hêzên wan di şeva borî de êrişî navendên pîşesaziya metal, kîmyewî, sotemenî û enerjiyê yên Ukraynayê kirine. Ev êriş li seranserî herêmên wekî Kiyev, Dnipropetrovsk, Poltava, Vinnytsia û Odessa hatine birêvebirin.

Li bajarê Kiyevê kargeheke seriyên şer ên moşekan û depoyeke sotemeniyê ya artêşê hatin rûxandin. Li herêma Dnipropetrovskê jî derb li kompleksa metalurjiyê, kargeha parçeyên BHA'yan, kargeha sotemeniya moşekan û sê navendên lojîstîkî hatin xistin. Di heman demê de parzûngeha neftê ya Kremenchugê li Poltavayê û navendên lojîstîkî li gel bendera Reni li Odessayê bûn armanc.

Ji aliyê din ve, Rûsyayê ragihand ku wan di heman şevê de 297 dronên Ukraynayê li ser esmanên 15 herêmên cuda yên Rûsyayê rûxînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye