Amerîka tankereke petrolê li peravên Venezuelayê desteser kir

Hêzên Amerîkî tankereke petrolê li peravên Venezuelayê desteser kirin. Hikûmeta Venezuelayê ev yek wekî kiryarek korsaniya navneteweyî bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her ku diçe rageşîya di navbera Venezuela û Amerîkayê de zêde dibe.

Operasyonên artêşa Amerîkayê yên li Deryaya Karabîyê alozîya li herêmê kûrtir dike. 

Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî tankereke petrolê li peravên Venezuelayê desteser kirin.

Duh Trump ev operasyon piştrast kir û got: 

"Me li peravên Venezuelayê tankerek desteser kir.

Ev tanker pir mezin bû."

Her wiha serokê Amerîkayê anî ziman ku tanker ji ber sedemek pir baş hate desteserkirin lê derbarê vê sebebê de agahî neda." 

Hikûmeta Venezûelayê: Desteserkirin korsanîya navneteweyî ye 

Hikumeta Venezuelayê bi lez reaksîyon nîşanî vê bûyerê da got ku ev yek kiryarek korsanî ya navneteweyî ye. 

Di daxuyanîya Caracasê wiha hat gotin: 


“Bi vê yekê sedemên rastîn ên êrîşa berdewam a li dijî Venezuelayê di dawiyê de eşkere bûn.


Keştîya hatîye desteserkirin, bi tevahî milkê gelê Venezuelayê ne.”


Nakokîya di navbera Amerîka û Venezûelayê de ev çend meh in roj bi roj zêde dibe. 


Serokê Amerîka Donald Trump serokê Venezuela Maduro bi qaçaxtiya nekrotîkê sûcdar dike.


Ji Tebaxê û vir ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xelata 50 milyon dolarî li ser serê Maduro danîye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye