Di vê zivistana sar û seqem de tora enerjiyê ya Ûkraynayê di krîzê de ye.
Ji ber ku êrîşên asmanî yên Rûsyayê bi awayekî zêde binesaziya enerjiyê hedef digirin.
Loma Zelensky ji bo mûşek û pergalên parastina hewayî bi dest bixe dilezîne.
Zelensky got, Rûsya amadekarîyên êrişên mezin dike û ji welatên hevalbend daxwaz kir, bi lez çekên pêwîst radestî welatê wî bikin.
Ev çend roj in li Ûkraynayê germahiya şevê dadikeve dora ji sifirê kêm -20 pîleyî.
Lîderê ûkraynî çend roj berê ji bo vê mijarê li defa hawarê xistibû û "krîza enerjîyê" ragihandibû.