Îro bi serokatiya serokê YNK’ê Bafil Talebanî şandeya YNK’ê serdana Tevgera Nifşê Nû kir.
Piştre serokên her du aliyan, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî da xuyakirin ku niha bi rêya vê lihevkirinê, YNK`ê û Nifşê Nû dibin xwediyê 38 kursiyên di nav Parlamentoyê de.”
Her wiha Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid diyar kir ku PDK bi 39 kursiyên Parlamentoyê 8 postên bilind ên Herêma Kurdistanê bi dest xistiye.
Talebanî daxwaz ji aliyên siyasî yên din kir ku tevlî vê lihevkirinê bibin da ku guhertinê di şêwazê rêvebirina Herêmê de çêbikin.