Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 6 caran agirbest binpê kir

Di hefteya yekem a biryara agirbestê de Hêzên Hikûmeta Veguhêz 6 caran li heremên Rêveberiya xweser agirbest binpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 7’ê mijdarê de ragihand ku di navbera wan û QSD’ê de biryara agirbestê hatiye imzekirin.

Di vê hefteyê de çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, 6 caran êriş kir.

Di 9’ê mijdarê de Girê Sîryetêl û derdora Bendava Tişrînê, ji hêla komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve bi çekên giran hatin topbarankirin.

Di heman rojê de QSD’ê da zanîn ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz li Dêrazorê êrişî xalên wan kirin û di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 7 jî birîndar bûne.

QSD’ê diyar kir ku şervanên wan bersiva çavkaniya êrişan daye û derbe li êrişkaran xistiye.

Li Taxa Şêxmeqsûd jî hêzên hikûmeta veghêz 3 bendên kontorlê yên nû li ser riya ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê danîne.

 

Bendên kontrolê, tevgera welatiyan asteng dikin

 

Endamên van bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin.

Hemwextî vê tevgera çakdaran, herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin topbarankirin.

Hêzên ewlekariya hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê aşkere kirin ku hemwextî topbarana li ser herdu taxan, hêzên Hikûmeta Veguhêz agirbest binpê kiriye.

Li derdora Çerxeriya El Cendûl- Herêma Meamil, noqteyên leşkerî çêkirine.  Her wiha Noqteyek din li derdora taxa Şêxmeqsûd çêkiriye.

Di 13’ê mijdarê de jî hêzên Hikûmeta Veguhêz hewl dan bikevin gundewarê Bendava Tişrînê, lê hêzên QSD’ê hewldana wan têk birin. Di encama bersivdayînê de çekdarekî Hikûmeta Veguhêz hate kuştin.

 

Tevî binpêkirin û êrişan jî QSD pabendî agirbestê ye

 

Tevî binpêkirinên berdewam ya agirbestê jî rayedarên  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ew amade ne li gorî biryaran tevdigere. Her wiha tekez dikin ku ji bo danûstendinên navxweyî yên Sûrî-Sûrî jî ew amade ne.

QSD û hêzên ewlekariya Hundirîn jî destnîşan dikin ku ew amade ne pabendî itîfaqê bin.

Di vê derbarê de Endamê Fermandariya QSD’ê li eniya Dêr Hafirê Zihêr Efrîn gotibû ku ew li gorî agirbesta hikûmeta veguhêz erê kiriye, tevdigerin û ev tişt anî ziman: “Hemû binpêkirin ji aliyê hikûmeta veguhêz ve têne kirin.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye