Ji Abdullah Ocalan bo komîsyonê: Hevdîtineke dîrokî ye

Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê ragihand ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan gotiye, "Me bi dewletê re lihevkirinek çêkiribû, lê niha em li muxatabeke siyasî digerin. Ji ber wê ev civînek dîrokî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gulistan Kiliç Koçyigit di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Komeleya Agıriyan a Eskîşehîrê bi welatiyan re civiya.


Serokwekîla Koma DEM Partiyê, li vir axivî û ragihand ku di civîna wan a wekî komîsyonê de Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan gotiye, "Me bi dewletê re li hev kiribû, lê niha em li lihevkirinek siyasî digerin. Ez we wekî şandeyek siyasî qebûl dikim û ev civînek dîrokî ye."

"Em bêtir hevîdar in"

Gulistan Koçyigit li ser çek berdana PKK'ê û gavên divê bên avêtin dibêje:
"Em di qonaxek ji duh bêtir bi hêvî, bi biryar û erênî de ne. Ji bo PKK'ê pir girîng û krîtîk e ku çekên xwe deyne û bi rastî şer û pevçûn ji jiyana me ji holê rake. Lê pirsgirêkek din jî heye: berpirsiyariya me ye ku em demokrasiyê ava bikin. Berpirsiyariya me ye ku em aştiyê daxwaz bikin û ava bikin. Ji ber ku aştî bi serê xwe nayê," 

"Ocalan berpirsyariya xwe bi cih anî niha dora meclîsê ye"

Gulistan Kiliç Koçyigit, tekez kir ku pêvajo bi gavên biryardar pêşve diçe û Abdullah Ocalan, wekî ku di 27'ê Sibatê de bang kiribû, berpirsiyariya xwe bi tevahî bicîh aniye û got, "Niha divê aliyê din, ango em, Meclîs û partiya siyasî jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin û qanûnên vê pêvajoyê pir zû derxînin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye